logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

Hogir Berbir

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hogir Berbir

Hogir Berbir

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Dîrok: 15/09/2025

Ji bo guhdarîkirinê:


Keleha Rebetê, yek ji avahiyên dîrokî yên herî balkêş ên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye ku bi mîmariya xwe ya bêhempa, cihê xwe yê stratejîk û dîroka xwe ya kûr balê dikişîne. Ev kele, li ser girekî bilind hatiye avakirin, lê niha wekî xirbeyekî bêxwedî û bêkes ber bi wendabûnê ve diçe. Di heman demê de, li newala wê ya dorpêçkirî xirbeyên bajarekî kevnar hene ku bi vê kelê re di nav kelehên herêmê de bi cihekî taybetî bi cih dike. Sed heyf û mixabin, ev kele û xirbeyên derdora wê bêparastin û lome maye.
Li ser Keleha Rebetê gelek çîrok û çîvanok hatine gotin ku bi rêya şevbihêrk û meselokan heta roja me ya îro hatine. Dema mirov rastiya dîrokî û şûnwarên Kela Rebetê bi van çîrok û çîvanokan re bide ber hev, qanih nabe. Ji ber ku mîmarî û bermahiyên kelê, şaristaniyeke kûr, dewlemend û bêdem nîşan didin. 
Kela Rebetê li gundê Rebetê yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye ku bi qasî 15 kîlometreyan li rojavayê navendê dûr dikeve. Ev kele li ser girekî bi bilindahiya 150 metreyan hatiye avakirin. Bi vê pozîsyona xwe ji bo parastinê avantajeke stratejîk dide xûyakirin. Li kêleka kelê newaleke teng heye ku tê de xirbeyên bajarekî kevnar tê dîtin. Girê ku kele lê ye, bi kevirên xwezayî hatiye lêkirin. Ev yek nîşan dide ku avakariya kelê bi teknîkên mîmariyê yên pêşketî hatiye lêkirin.


Dîroka Kela Rebetê
Dîroka avakirina Kela Rebetê bi temamî ne zelal e, ji ber ku çavkaniyên dîrokî yên têkildar kêm in. Lê belê, tê texmînkirin ku kele beriya serdema Artûkiyan hatiye çêkirin ku dibe bigihîje serdema Roma, Bîzans, Sasanî an jî heta Mîtaniyan. Artûkî ku di sedsalên 11-12’an de li herêma Mêrdînê desthilatdar bûn, dibe ku hin restorekirin an zêdekirin li ser kiribin û ev kele ji bo armancên leşkerî û îdarî bikar anî be. Ev restorekirin an zêdekirin, nayê wê manê ku bermahiyên wan be. Bo wê divê çav li beriya Artûkliya bê gerandin, ne dema Artûkliyan.
Ji ber nêzîkbûna xwe ya ji rêyên bazirganiyê yên kevnar û sînorên di navbera deşt û çiyayan de, Kela Rebetê bi her awayê xwe wekî navendeke leşkerî, parastinê an kontrolkirina rêyên bazirganiyê hatiye bikaranîn, nîşan dide. Xirbeyên li newala derdorê jî dide xûyan ku li vê herêmê jiyaneke civakî û aborî ya girîng hebûye.

Mîmariya Kela Rebetê
Kela Rebetê bi avahiyên xwe yên bihêz û sêwirana xwe ya mîtolojîk, di nav kelehên herêmê de cihê xwe digire û bi gelek aliyan ve dişibe Kela Zêrzewanê. Taybetmendiyên wê yên mîmarî wiha ne:
Rûbera kelê bi qasî 1500 metreyan e, ev nîşan dide ku li ser qadeke fireh hatiye avakirin û di dema xwe de bingeha şaristaniyeke girîng bûye. Di kelê de 15 bircên parastinê û 4 cihên çavdêriyên hene ku bilindahiya bircan digihîje 15 metreyan. Bilindahiya bedenan jî li hin cihan 10 heta 20 metreyan e.
Du deriyên sereke yên kelê hene; yek li aliyê rojava û yek jî li aliyê rojhilat e. Ev derî wekî cihên ketin û derketinê yên sereke ne. Li ber deriyekî serê du şêrên kevirîn wekî xemleke sembolîk lê hene.
Dema mirov ji deriyê rojava dikeve hundir, tê dîtin ku kele bi du bircên parastinê yên din hatiye dorpêçkirin. Ev birc bi deriyên hundirîn ve girêdayî ne ku ev yek wekî pergaleke parastinê ya bi hêz nîşan dide. Ev avahî, li gor stratijiya wê demê nahêle ku di dema êrîşan de di nav kelê de dijmin bi hêsanî pêşde biçe.  
Hundirê kelê wekî meydanekê xuya dike û gelek avahî di binê erdê de hatine çêkirin. Dibe ku ev avahiyên binerdê ji bo parastina li hember êrîşên derve an şert û mercên xwezayî yên dijwar hatibin avakirin. 
Di hundirê kelê de stûnên xemilandî û serê şêran têne dîtin ku ev nîşan dide kele ne tenê ji bo armancên leşkerî, her wiha ji bo armancên hunerî û sembolîk jî hatiye bikaranîn.
Xirbeyên li derdorê û di nav de nîşan didin ku enbarên zexîreyan, sarincên avê û avahiyên din hîn jî li ser lingan mane ku ev yek jî mîmariya pêşketî ya kelê nîşan dide.

Xirbeyên li Newalê
Li newala li binê kelê, xirbeyên bajarekî kevnar hene ku tê texmînkirin bi kelê re têkildar in. Ev xirbe dibe ku ji avahiyên niştecihbûnê, bazar an avahiyên îdarî yên şaristaniya wê demê pêk tên. Têkiliya di navbera kelê û van xirbeyan de gelek gorên biryardariyê ku hene, nîşan dide ku Kela Rebetê ne tenê navendeke leşkerî, her wiha navendeke aborî, jîngehî û civakî ya herêmê bûye. Lêkolînên arkeolojîk ên li ser van xirbeyan hîn bi tu awayî nehatine kirin. Ger bêne kirin, dibe ku dîroka herêmê bi awayekî zelaltir ronî bikin û gelek tiştên heyî pê re bêne eşkerekirin û guhertin.
Kela Rebetê, bi mîmariya xwe ya bi hêz, pozîsyona xwe ya stratejîk û dîroka xwe ya kûr, xezîneyek dîrokî ya Dêrika Çiyayê Mazî ye. Her çend agahiyên li ser dîroka wê kêm bin jî, avahî û xirbeyên derdorê nîşan didin ku ev di dîrokê de bi şaristaniyeke girîng ve girêdayî ye. Berî ku ev mîrasa dîrokî wekî Kela Zêrzewanê hêmanên wê yên resen bê guhertin an wenda bibe, pêdivî bi lêkolînên arkeolojîk ên berfireh û xebatên parastinê heye. Xebatek bi vî rengî dikare li ser dîroka kelê agahiyên zêdetir derxîne holê û potansiyela wê ya dîrokî nîşan bide.
Kela Rebetê, her çend îro wekî kavilekî bêxwedî xuya bike jî, bi avahiya xwe ya bi hêz û dîroka xwe ya kûr yek ji sembolên girîng ên Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Ji bo ku ev şaristaniya kevnar neyê jibîrkirin û berî ku birc û kelehên tar û marbûyî winda bibe, divê xwedî li vê xezîneya dîrokî bê derketin û bê parastin. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Min Ji Behra Wanê Nexeyidîne!

  • 07 Rêbendan 2025

Ji bo guhdarîkirinê: Roniya êvarê ya stêrkên birqok li pêlên ava hênik a behra Wanê daketibû, halan dida xwe û pê re diçû dihat. Êvarek bû, dema asîman bi şîneke bêguneh behra Wanê direqisand, bêdengiya...

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • 18 Sibat 2026

Ji bo guhdarîkirinê:   Erda Kurdistanê ya berhemdar, lê tijî bi êş û jan, bi hezaran salan e bûye warê mîraseke dewlemend. Vê axê, janên xwe bi şahî û bi berxwedaneke nepen ve hûnandiye û hêviya gel...

‘Xwezî Derneketama!..’

  • 11 Tebax 2024

Jiyanek di nava çar dîwaran de, ji beton, hesin û asîmanekî hişkşîn pêve tiştek nîn e, derbas bûbû. Gelek salên mistek ax di nava kefa destan de rehê xwe ji bo tovên jiyanê berdide, dibe hêvî lê mixabin ji bê...

Hemû Nivîsen Hogir Berbir

Hogir Berbir kî ye?

Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye. 
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav 
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heyeta HDP'ê li Başûr hevdîtin pêk anîn

ad

Newroz pîroz be, îro Amed Newroz e

ad

Hilbijartina li Kerkûkê temam bû

ad

Îdîa: Polîs navê kesên neçûn dibistanê qeyd dikin

ad

Festîvala Karkeran îsal li sê bajaran e

ad

Agahiyên nû li ser îlankirina Kantonên Efrîn û Kobaniyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname